Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Hingê Şawûl, hê jî bi gefxwarina kuştina şagirtên Xudan, çû ba Serokkahîn |
| 2 |
| û ji bo kinîştên li Şamê name jê xwestin, da ku ew her kesê ku li pey vê Riyê diçe bibîne, jin an mêr, wan bigire û girêdayî bîne Orşelîmê. |
| 3 |
| Gava ew di riya xwe de diçû û nêzîkî Şamê dibû, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da. |
| 4 |
| Ew ket erdê û dengek bihîst ku ji wî re got: «Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?» |
| 5 |
| Şawûl pirsî û got: «Ya Xudan, tu kî yî?» Wî jî got: «Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê. |
| 6 |
| Lê rabe û bikeve bajêr; wê ji te re bê gotin, ku divê tu çi bikî.» |
| 7 |
| Ew zilamên ku bi Şawûl re rêwîtî dikirin, bêzar man û sekinîn; çimkî wan deng dibihîst, lê tu kes nedidîtin. |
| 8 |
| Şawûl ji erdê rabû, lê gava wî çavên xwe vekirin, wî tiştek nedît. Bi destê wî girtin û ew anîn Şamê. |
| 9 |
| Îcar sê rojan wî nedît, ne xwar û ne jî vexwar. |
| 10 |
| Hingê li Şamê şagirtek hebû ku navê wî Hananya bû. Xudan di dîtiniyekê de ji wî re got: «Hananya!» Wî bersîv da: «Va me ez, ya Xudan.» |
| 11 |
| Xudan ji wî re got: «Rabe û here wê kolana ku jê re dibêjin Rast, li mala Cihûda, li mirovekî Tarsûsî ku navê wî Şawûl e bipirse. Ji ber ku va ye, ew dua dike. |
| 12 |
| Wî di dîtiniyekê de dîtiye, mirovekî ku navê wî Hananya ye hat ba wî û destên xwe danîn ser wî, da ku dîsa bibîne.» |
| 13 |
| Hananya bersîv da û got: «Ya Xudan, min li ser vî zilamî ji gelekan bihîstiye, ku wî di Orşelîmê de çiqas xerabî li pîrozên te kiriye. |
| 14 |
| Li vir jî desthilatiya wî ji serekên kahînan heye ku hemûyên gazî navê te dikin bigire.» |
| 15 |
| Lê Xudan ji wî re got: «Tu here, çimkî ew ji bo min hacetekî bijartî ye, da ku navê min bigihîne ber miletan, padîşahan û zaryên Îsraêl. |
| 16 |
| Ez bi xwe, ezê nîşanî wî bidim ku divê çiqas cefayê di ber navê min de bikişîne.» |
| 17 |
| Hingê Hananya rabû û çû ket wê malê. Wî destên xwe danîn ser Şawûl û got: «Birayê Şawûl, Xudan ez şandim, ew Îsayê ku di rê de li te xuya bû, da ku tu dîsa bibînî û tu bi Ruhê Pîroz tije bibî.» |
| 18 |
| Di cih de tiştekî wek pûlikan ji çavên wî ketin û ji nû ve dît. Ew rabû û imad bû. |
| 19 |
| Piştî ku xwarin xwar, hêza wî hat cih. Şawûl çend rojan li Şamê bi şagirtan re ma. |
| 20 |
| Û destxwere wî dest pê kir, di kinîştan de Îsa da bihîstin û got: «Ew Kurê Xwedê ye.» |
| 21 |
| Hemû yên ku ew bihîstin şaş man û gotin: «Ma ev ne ew e, yê ku ew ên li Orşelîmê gazî vî navî dikirin, ji holê radikirin? Ma ew nehatiye vir, da ku wan girêdayî bibe ber serekên kahînan?» |
| 22 |
| Lê Şawûl hê bêtir bi hêz dibû û ji ber ku eşkere dikir ku Îsa, Mesîh e, Cihûyên ku li Şamê rûdiniştin matmayî hiştin. |
| 23 |
| Piştî ku gelek roj derbas bûn, Cihû şêwirîn ku wî bikujin. |
| 24 |
| Lê Şawûl bi gêrûfena wan hesiya. Ew bi şev û bi roj li ber dergehên bajêr diman, da ku wî bikujin. |
| 25 |
| Lê şagirtên wî bi şev rahiştin wî û di selikekê de ew ji sûrê daxistin jêr. |
| 26 |
| Gava ku Şawûl hat Orşelîmê, dixebitî ku beşdarî şagirtan bibe. Lê hemû ji wî ditirsiyan, çimkî bawer nekirin ku ew bûye şagirt. |
| 27 |
| Hingê Barnabas ew hilda û anî ba Şandiyan; ji wan re got ku Şawûl çawa di rê de Xudan dîtiye û Xudan bi wî re peyiviye û wî çawa li Şamê bi navê Îsa, bê tirs hîn kiriye. |
| 28 |
| Şawûl êdî li Orşelîmê bi wan re bû, bi wan re diçû û dihat, bê tirs bi navê Xudan hîn dikir. |
| 29 |
| Bi Cihûyên ku Yewnanî dipeyivîn re dipeyivî û bi wan re diket gotûbêjê, lê ew dixebitîn ku wî bikujin. |
| 30 |
| Çaxê bira pê hesiyan, ew daxistin Qeyseriyê û ji wir jî şandin Tarsûsê. |
| 31 |
| Hingê civînên bawermendan li tevahiya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê di aştiyê de bûn; ava dibûn, bi tirsa Xudan pêşve diçûn û bi handana Ruhê Pîroz zêde dibûn. |
| 32 |
| Gava ku Petrûs li her aliyî digeriya, ew berjêrî ba wan pîrozên ku li Lîdayê diman jî bû. |
| 33 |
| Li wir wî mirovek ku navê wî Eynêyas bû dît, ku ji heşt salan ve di nav nivînan de bû; çimkî ew felcî bû. |
| 34 |
| Petrûs ji wî re got: «Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike, rabe û nivînên xwe hilde!» Û di cih de ew rabû ser lingan. |
| 35 |
| Hemû kesên ku li Lîdayê û li deşta Şaronê rûdiniştin ew dîtin û li Xudan zivirîn. |
| 36 |
| Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran. |
| 37 |
| Di wan rojan de ew nexweş ket û mir. Piştî ku ew şuştin, li oda jorîn danîn. |
| 38 |
| Ji ber ku Lîda nêzîkî Yafayê bû, şagirtan bihîst ku Petrûs li wê derê ye, du zilam şandin pey wî, jê daxwaz kirin û gotin: «Ji kerema xwe zû were ba me.» |
| 39 |
| Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan. |
| 40 |
| Lê Petrûs hemû derxistin derve, çû ser çokan û dua kir. Li cesed zivirî û got: «Tabîta, rabe.» Hingê wê çavên xwe vekir, Petrûs dît û rûnişt. |
| 41 |
| Wî destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Piştre gazî yên pîroz û jinebiyan kir û ew saxbûyî danî ber wan. |
| 42 |
| Ev yek li hemû Yafayê hat bihîstin û gelekan bawerî bi Xudan anî. |
| 43 |
| Petrûs jî gelek rojan li Yafayê, li mala Şimûnê çermker ma. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/acts/009.mp3
28
9