Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Na, tu caran! Ez bi xwe jî yekî Îsraêlî me, ji dûndana Birahîm û ji eşîra Binyamîn im. |
| 2 |
| Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike? |
| 3 |
| Ew dibêje: «Ya Xudan, wan pêxemberên te kuştin, gorîgehên te hilweşandin. Ez bi tenê mam û li kuştina min jî digerin.» |
| 4 |
| Lê bersîva ku Xwedê dide wî, çi ye? «Min heft hezar mirovên ku li ber Baal neçûne ser çokan, ji xwe re veqetandine.» |
| 5 |
| Wisa, di vî wextî de jî jêmayiyeke ku bi keremê hatiye hilbijartin heye. |
| 6 |
| Îcar, eger ev bi keremê ye, êdî ne bi kirinan e; an nexwe kerem êdî nabe kerem. |
| 7 |
| Îcar çi? Îsraêl negihîşt tiştê ku lê digeriya. Lê yên bijartî gihîştinê û dilê yên din hişk bû, |
| 8 |
| wek ku hatiye nivîsîn: «Xwedê ruhekî tevizîbûnê daye wan, Heta roja îro jî çavên ku nabînin Û guhên ku nabihîzin dane wan.» |
| 9 |
| Û Dawid dibêje: «Bila sifra wan ji bo wan bibe Daf û xefik, ceza û terpilîn. |
| 10 |
| Bila çavên wan tarî bibin, da ku nebînin Û herdem pişta wan xwar be.» |
| 11 |
| Îcar ez dipirsim: Ma ji bo ku ew bikevin, ew terpilîn? Na, tu caran! Lê belê bi terpilîna wan xilasî ji miletan re hat, da ku Îsraêlî bihesidin. |
| 12 |
| Îcar, eger terpilîna wan ji dinyayê re û şikestina wan ji miletan re bûbe dewlemendî, temambûna hejmara wan hê çiqas bêtir wê bibe dewlemendî! |
| 13 |
| Lê niha ez ji we miletan re dibêjim: Madem ku ez Şandiyê miletan im, ez xizmeta xwe bilind dikim, |
| 14 |
| da ku ez bi riyekê, yên ku ji gelê min in bihesidînim û hinekan ji wan xilas bikim. |
| 15 |
| Çimkî eger redbûna wan bûbe lihevhatina dinyayê ya bi Xwedê re, hingê qebûlbûna wan ne jiyana ji nav miriyan be, wê çi be? |
| 16 |
| Eger hevîrê pêşî pîroz be, tevahiya hevîr pîroz e. Eger ra pîroz be, çiqil jî pîroz in. |
| 17 |
| Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê, |
| 18 |
| li hember wan çiqilan pesnê xwe nede. Lê eger tu pesnê xwe didî, bîne bîra xwe ku ne tu ra hildigirî, lê belê ra te hildigire. |
| 19 |
| Belkî jî tu bêjî: «Çiqilên darê hatin birrîn, da ku ez bêm tamandin.» |
| 20 |
| Erê, rast e. Ew ji ber bêbaweriya xwe hatin birrîn, lê belê tu bi baweriyê disekinî. Îcar pozbilind nebe, lê bitirse. |
| 21 |
| Çimkî eger Xwedê, çiqilên darê yên xweheyî nedirixandin, te jî nadirixîne. |
| 22 |
| Îcar bala xwe bide qencî û hişkiya Xwedê. Ew li hember ên ketî hişk e; lê ji te re qenc e – eger tu di qenciya wî de bimînî. An na tu jî, tê bêyî birrîn. |
| 23 |
| Û eger Îsraêlî jî di bêbaweriyê de nemînin, wê bên tamandin; çimkî Xwedê dikare wan careke din bitamîne. |
| 24 |
| Çimkî eger tu ji dareke zeytûnê ya ku di xweheyiya xwe de bejik e, hatiyî birrîn û bervajiyê xweheyiyê bi dara zeytûna qenc ve hatiyî tamandin, ew ên ku çiqilên xweheyî ne, wê hê çiqas zêdetir bi dara xwe ya zeytûnê ve bên tamandin! |
| 25 |
| Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe. |
| 26 |
| Û bi vî awayî tevahiya Îsraêlê wê xilas bibe, wek ku hatiye nivîsîn: «Rizgarkar wê ji Siyonê bê, Ewê nepakiyê ji Aqûb dûr bixe. |
| 27 |
| Çaxê ku ez gunehên wan rakim, Peymana min a bi wan re ev e.» |
| 28 |
| Ji aliyê Mizgîniyê ve ew ji bo feyda we dijmin in, lê ji aliyê bijartinê ve ew ji bo xatirê bav û kalan hezkirî ne. |
| 29 |
| Çimkî diyariyên Xwedê û gazîkirina wî bi şûn ve nayên standin. |
| 30 |
| Çawa ku demekê we bi ya Xwedê nekir û niha bi neguhdariya wan hûn gihîştin rehmê; |
| 31 |
| bi vî awayî niha ev bûn neguhdar, da ku bi wê rehma ku li we bûye, ew jî bigihîjin rehmê. |
| 32 |
| Çimkî Xwedê hemû kirin girtiyên neguhdariyê, da ku li hemûyan rehmê bike. |
| 33 |
| Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide! |
| 34 |
| «Ma kê bi fikra Xudan zaniye? An kî jê re bû şîretkar?» |
| 35 |
| «Ma kê pêşî tiştek daye wî, Ku bi şûn ve bistîne?» |
| 36 |
| Çimkî her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be. Amîn. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/romans/011.mp3
16
11