Peymana Nû
|
| 1 |
| Mîna ku min Mesîh ji xwe re mînak girtiye, hûn jî min mînak bigirin! |
| 2 |
| Niha, bona ku hûn di her tiştî de min di bîra xwe de tînin û mîna ku min radestî we kiriye, hûn bi hînkirinan ve digirin, ez pesnê we didim. |
| 3 |
| Lê belê ez dixwazim hûn bizanibin ku, serê her zilamî Mesîh û serê pîrekê zilam û serê Mesîh Xwedê ye. |
| 4 |
| Her zilamê ku serê xwe dixumîne, dua dike, an jî peyxambertî dike, serê xwe biçûk dixîne. |
| 5 |
| Lê belê her pîreka ku ser vekirî dua dike, an jî peyxambertî dike, serê xwe biçûk dixîne; ji ber ku bi ser kur kirinê re yek û eynî tişt e! |
| 6 |
| Ji ber ku ger pîrek xwe nexumîne, bila porê wê jî bête jêkirin; lê belê ger kurkirin, an jî por jêkirina pîrekê şerm be, bila serê xwe bixumîne. |
| 7 |
| Divê zilam serê xwe nexumîne; ji ber ku zilam di mînakiya Xwedê de ye û bilindahiya Xwedê ye; lê belê pîrek bilindahiya zilam e. |
| 8 |
| Ji ber ku zilam ne ji pîrekê, lê belê pîrek ji zilam e. |
| 9 |
| Ji ber ku zilam jî ne ji bona pîrekê, lê belê pîrek ji bona zilam hate afirandin. |
| 10 |
| Ji ber vêya ji ber sedema milyaketan pîrek, divê li ser serê xwe bibe xwediyê nîşana serweriyê. |
| 11 |
| Tevî vêya, di Xudan de ne pîrek bê zilam, ne jî zilam bê pîrek e. |
| 12 |
| Ji ber, mîna ku pîrek ji zilam ve afiriye, zilam jî bi navgîniya pîrekê ve dibe; lê belê her tişt ji Xwedê ye. |
| 13 |
| Hûn bi xwe qirar bidin; ma bê nuxumandin dua kirina pîrekê ji Xwedê re li cîh e? |
| 14 |
| Ma gelo xweza jî hînî we nake ku, pordirêjiya zilam bona wî bêhurmetî ye? |
| 15 |
| Lê belê pordirêjiya pîrekê, ji wê re bilindahî ye; ji ber ku por, mîna rûberekî ji wê re hatiye dayîn. |
| 16 |
| Lê belê ger kesek bixwaze ku têkeve keftûleftê, kevneşopek me yî ûsa nîne, ne jî ya Dêrên Xwedê heye. |
| 17 |
| Lê belê ez bi temmî kirina vêya, pesnê ne bona ya hîn jî qenc, lê bona ya hîn jî xerab bicivin, nadim. |
| 18 |
| Ji ber ku ya yekemîn, dema hûn di Dêrê de tên cem hev, ez dibihîzim ku di nava we de cihêtî hene û ez pariyek jî bi vêya bawer im. |
| 19 |
| Ji ber, bona ku di nava we de yên meqbûl xuya bibin, divê di nava we de veqetandinan çê bibin! |
| 20 |
| Niha, dema hûn li cîhekî dicivin, hûn bona beşbûna sifra Xudan nacivin; |
| 21 |
| ji ber ku her yek, li benda yê din nasekine û xwarina xwe dixwe û hinek kes birçî dimînin, hinek kes jî serxweş dibin. |
| 22 |
| Ma bo xwarin û vexwarinê malên we tune ye? An jî ma hûn Dêra Xwedê biçûk dibînin û dixwazin yên xwarina wan nîne bişermînin? Ma ez ji we re çi bibêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vêya de pesnê we nadim! |
| 23 |
| Ji ber ya ku min radestî we kiriye, ji Xudan stendim; şeva ku Xudan Îsa dan dest, nan rahişt |
| 24 |
| û piştî ku şikir kir, şikand û got: Bigirin, bixwin! Vêya bedena minî ya ji bo we tê şikestin e; vêya bona bîranîna min bikin! |
| 25 |
| Mîna vêya paşî xwarinê kasê jî rahişt û got: Ev kaseya peymana nû ya di xwîna min de ye; dema ku her car we vexwar, bona bîranîna min vêya bikin! |
| 26 |
| Ji ber, dema we her ku ji vî nanî xwar û ji vê kasê vexwar, heta ku ew bi xwe were, hûn bangewaziya mirina Xudan dikin. |
| 27 |
| Bo vê yekê her kî ku bi şiklekî ne liyaq e nan bixwe, an jî ji kaseya Xudan ve vexwe, li dijî beden û xwîna Xudan sûcdar dibe. |
| 28 |
| Lê belê bila mirov xwe bi xwe biceribîne û bi vî awayî nan bixwe û ji kasê vexwe. |
| 29 |
| Ji ber ku yê dixwe û vedixwe, ger bedenê seh neke, dê li dijî xwe daraziyê bixwe û vexwe. |
| 30 |
| Ji ber vê yekê gellekên ji we lawaz û nexweş in û gellek kes jî radikevin. |
| 31 |
| Lê belê ger me xwe bi xwe daraz bikirana, em ne dihatin daraz kirin. |
| 32 |
| Lê belê gava ku em bên darazkirin, bona ku em bi dinê re nebin mehkûm, Xudan me perwerde dike. |
| 33 |
| Ji ber vê yekê, birayên min, dema hûn bona xwarinê hatin cem hev, li benda hev bin! |
| 34 |
| Ger kesek birçî be, bila di mal de bixwe; da ku, hûn ji bona darazkirinê necivin. Û tiştên ku şunda mane, wexta ku ez bêm, ez ê wan çareser bikim. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2017/1corinthians/011.mp3
16
11