lê belê bo me tenê yek Xwedê Bavo heye; ew bingeha her tiştî ye û em bona wî ne û yek Xudan, Îsa Mesîh heye; her tişt bi navgîniya wî ne û em bi navgîniya wî ne.
Lê belê di hemû mirovan de ev zanîn nîne; lê hin kes heta niha bi hînbûyîna pûtê ve, wekî tiştekî ku ji pûtê re hatiye qurban kirin dixwin û ji ber ku ûcdanên wan lawaz e, gemarî dibe.
Ji ber ku ger kesek, te, yê ku xwediyê zanyariyê ye, di pûtxanê de li sifrê rûniştî bibîne, bona xwarina tiştên ku ji pûtan re hatine qurban kirinê, ger ew bi xwe lawaz be, ma dê ûcdanê wî cesaretê nestîne?