Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ne hewce ye ku ez li ser vê xizmeta ku ji pîrozan re tê kirin, ji we re binivîsim. |
| 2 |
| Çimkî ez dilxwaziya we dizanim. Ez bi vê li ber Mekedoniyan pesnê xwe didim û dibêjim ku: «Herêma Axayayê ji par ve amade ye.» Xîreta we, gelek ji wan xistin xeptûleptê. |
| 3 |
| Û ez birayan dişînim ba we, da ku xwepesindana me ya li ser we di vê yekê de pûç dernekeve, lê hûn wek ku min gotiye, amade bin. |
| 4 |
| Nebe ku, hin ji Mekedoniyan bi min re bên û we amadenebûyî bibînin. Îcar ya me tune, hûnê di vê ewlehiyê de şermî bibin. |
| 5 |
| Loma min pêwist dît ku ez ji birayan hêvî bikim ku ew pêşî bên ba we û diyariya we ya ji pêşî ve sozdayî, hingê berdest be. Wisa ku diyariya we, ne ji mecbûrî, lê wek diyariya dilxwaziyê amade be. |
| 6 |
| Lê vê bizanin: Yê ku hindik diçîne hindik didirû, yê ku pirr diçîne pirr didirû. |
| 7 |
| Ne bi bêdilî an ji mecbûrî, lê bila her kes wek ku xistiye dilê xwe bide. Çimkî Xwedê ji yê ku bi rûgeşî dide, hez dike. |
| 8 |
| Û Xwedê dikare ku her keremê bi zêdehî bide we, wisa ku hergav di her tiştî de têra we hebe û ji bo her karê qenc hê zêdetir hebe. |
| 9 |
| Wek ku hatiye nivîsîn: «Belav kir û da hejaran, Rastdariya wî her û her dimîne.» |
| 10 |
| Yê ku ji cotkar re tov û ji bo xwarinê nên peyda dike, wê tovê ku hûn jî diçînin peyda bike û zêde bike û wê berê rastdariya we mezin bike. |
| 11 |
| Hûnê di her tiştî de, ji bo her comerdiya ku bi devê me ji Xwedê re şikirdariyê tîne, dewlemend bibin. |
| 12 |
| Çimkî ev xizmeta ku hûn dikin ne tenê kêmahiyên pîrozan temam dike, lê belê bi gelek şikirkirinê ji Xwedê re zêde dibe. |
| 13 |
| Gelek mirov ji ber xizmeta we ya kifşbûyî, ji bo guhdana we ya Mizgîniya Mesîh û eşkerekirina wê û ji bo camêriya we ya levakirina bi wan û yên din re, pesnê Xwedê didin. |
| 14 |
| Ji ber wê kerema Xwedê ya ku bi zêdehî li ser we ye, ew ji bo we dua dikin û bêriya we dikin. |
| 15 |
| Ji bo diyariya wî ya ku bi ziman nayê salixdan şikir ji Xwedê re. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/2corinthians/009.mp3
13
9