Peymana Nû
|
| 1 |
| Ji Pawlosê ku bi viyana Xwedê bûye şagirtê Mesîh Îsa, ji pîrozên li Efesê ne re û ji yên di Mesîh Îsa de dilsoz in re: |
| 2 |
| Ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh ve bila xêr û xweşî li we be! |
| 3 |
| Bila Xweda û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ê ku me di Mesîh de bi her cûreyê bereketa ruhanî ve di cîhê ezmanî de bi berdar kirine, pîroz bibe. |
| 4 |
| Çawa ku li berya xwe, bona ku em di hezkirinê de pîroz û bêqisûr bin, wî berî ava kirina dinê em di wî de bijartin. |
| 5 |
| Bi xwestina xwe û li gor armanca xwe yî qenc, bi navgîniya Îsa Mesîh ve, bona ku em ji wî re bibin law, wî em ji berê ve kifş kirin. |
| 6 |
| Ûsa ku, bila pesnahiya xêra wî yî bilind di Lawê xwe yî xoşewîst de ji me re bexşandiye, bê dayîn. |
| 7 |
| Bi saya dewlemendiya xêra wî yî bi hemû zaniyarî û fêhmkariyê ve li ser me zêde kiriye, |
| 8 |
| em di wî de bi xwîna wî xwediyê xelasiyê, bexşandina gunehên xwe ne; |
| 9 |
| li gor riza xwe ya di wî de pêşniyar kiriye, raza daxwaziya xwe, |
| 10 |
| yanê, bona rêz kirina bitûmiya wextan, ji me re daxuyanî kir ku divê yên li ezman in û divê yên li erdê ne, hemû tiştan dê di Mesîh de bike yek; |
| 11 |
| li gor dîtina daxwaziya xwe, li gor pêşniyara di her tiştî de Afirkir e, wekî ji berê ve hatibe pêşkêşî kirin, |
| 12 |
| bona ku em, yên pêşiyê di Mesîh de hêvî kirine, bona pesnahiya bilindahiya wî bin, em di wî de beşdarvanên mêrasê hatin kirin; |
| 13 |
| hûn jî kelama rasteqîniyê, mizgîniya xelasiya we, wekî di wî de bihîstibin û baweriya xwe bi wî anîbin, bi Ruhê Pîroz yê wadê ve hatin mohr kirin; |
| 14 |
| bona xelasiya milkê wî, bona pesnahiya bilindahiya wî, pêşîneka mêrasa me ew e. |
| 15 |
| Bona vêya ez jî, cergî min baweriya we yî bi Xudan Îsa ve û hezkirina ku hûn ji hemû pîrozan re geş dikin bihîstiye, |
| 16 |
| bona we bê sekin şikiryê dikim û her tim we di duayên xwe de di bîr ve tînim; |
| 17 |
| da ku, Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê Bilind, bila ji bona ku hûn wî nas bikin, ruhê zanyarî û peyxamê bide we; |
| 18 |
| da ku, wekî çavên dilên we ronî bibe, hûn hêviya bang kirina wî çî ye, dewlemendiya bilindahiya mêrasa wî yî di pîrozan de çî ye, |
| 19 |
| ji bo me, yên ku bawerî anîne, li gor pêkanîna hêza qudreta wî, bilindahiya qudreta wî, ya pirr mezin çî ye, fêhm bikin. |
| 20 |
| Vêya jî bi hêza ku dema wî Mesîh ji mirinê ve vejand û wî li aliyê xwe yî rastê da rûniştin di wî de pêşkêş kir, di eynî çalakiyê de ye |
| 21 |
| û wî gellekî derxist ser hemû rêvebirî û hikumranî, hêz û serweriyan, ser her navên ne tenê di vî çaxî de, lê belê di çaxên bê de jî dê bîranîna wan bêne kirin ve |
| 22 |
| û her tiştî li binya lingên wî raxist û bi wî ve girêdayî danî û wî, bona ku li ser hemû tiştên hene bike serî, da Dêrê; |
| 23 |
| ev jî, bedena wî ye, tijî bûna yê her tiştî ji her alî ve dadigre ye. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2017/ephesians/001.mp3
6
1