Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Piştre Mûsa ji deştên Moavê hilkişiya Çiyayê Neboyê û derket serê Pîsgayê ku li pêşberî Erîhayê ye. Xudan tevahiya welêt nîşanî wî da; ji welatê Daniyan heta Gîladê, |
| 2 |
| tevahiya axa Nefteliyiyan, welatê Efrayîmî û Minaşşeyiyan, hemû welatê Cihûdayiyan heta Derya Spî, |
| 3 |
| Negev û Deştê –ku herêma Erîhaya Bajarê Xurmeyan e– û ji wir heta Soarê. |
| 4 |
| Xudan jê re got: “Ev welat ew e ku min ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar û got: ‘Ezê bidim ziriyeta te.’ Min ew bi çavên te nîşanî te da, lê belê tê neçî wê derê.” |
| 5 |
| Li ser fermana devê Xudan, Mûsayê xulamê Xudan li wir, li welatê Moavê mir. |
| 6 |
| Ew li newaleke welatê Moavê, li pêşberî Bêtpeorê hat veşartin. Lê heta îro jî kes cihê gora wî nizane. |
| 7 |
| Gava Mûsa mir sed û bîst salî bû. Ne çavê wî qels, ne jî hêza wî kêm bûbû. |
| 8 |
| Gelê Îsraêl li deştên Moavê, sî rojan şîna Mûsa kir. Paşê rojên şîn û girîna Mûsa temam bûn, |
| 9 |
| Yêşûyê kurê Nûn bi ruhê şehrezayî tije bû. Çimkî Mûsa destê xwe danîbû ser wî. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû, gelê Îsraêl guhdariya Yêşû dikir. |
| 10 |
| Ji wê rojê vir ve, li welatê Îsraêl pêxemberekî wekî Mûsa yê ku Xudan rû bi rû pê re dipeyivî ranebû. |
| 11 |
| Xudan ew şandibû ku ew li welatê Misrê ji Firewn, karmendên wî û tevahiya welatê wî re nîşan û kerametan pêşkêş bike. |
| 12 |
| Mûsa li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl kirinên hêzdar û tirsdar kirin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/deuteronomy/034.mp3
34
34