Peymana Nû
|
| 1 |
| Ji ber vê yekê, ya xoşewîstno, kêfxweşiya min, taca serê min, birayên minî xoşewîst, yên min ji dil bêriya wan kiriye, bi vî awayî di Xudan de ûsa sabît bisekinin! |
| 2 |
| Ez ji Evodiya ve rica dikim û Sîntîhê ve rica dikim, bila di Xudan de di ramanekî de bin. |
| 3 |
| Belê, ya rêhevalê minî rasteqîn; li ber te jî digerim, alîkariyê ji wan re bike; ji ber ku ew bi min re, bi Klêment re û bi kedkarê min ên din yên navê wan di pirtûka jiyanê de ne re, bona Mizgîniyê têkoşînê kirin. |
| 4 |
| Di Xudan de her tim kêfxweş bin; dîsa dibêjim: Kêfxweş bin! |
| 5 |
| Bila sernermiya we ji aliyê hemû mirovan ve bê zanîn. Xudan nêz e! |
| 6 |
| Di tu tiştî de xemê nekişînin; lê belê bila di her tiştî de xwestekên we, ji Xwedê re, bi dua û lavayan, bi şikiryê ve bête gîhandin |
| 7 |
| û aştiya Xwedê ya ku hemû hînkirinan derbas dibe, dê di Mesîh Îsa de dilên we û ramanên we biparêze! |
| 8 |
| Welhasil, ya birano, çi rûmetên rastî, birêzî, rasteqînî, pak, xweşik û dilovanî hebe, çi rûmetên liyaqî pesnahiyê û bixûpakî hebe, wê bifikirin! |
| 9 |
| Yê ku hûn hîn bûne, we qebûl kirine, bihîstine û her çi tiştê ku we di min de dîtine jî bikin û dê Xwedayê dilxweşiyê bi we re be. |
| 10 |
| Niha, ji ber ku we fikirê xwe yî di derheqê min de ne, di dawiyê de nû kirine, ez di Xudan de zehf kêfxweş bûm û we di vê babetê de jî difikirîn, lê belê fersenda we tunebû. |
| 11 |
| Gotina min ne di derheqê hewcedariyê de ye; ji ber ku ez di her rewşa ku tê de me, hînî qinyatkariyê bûme. |
| 12 |
| Ez bi xizanî kişandinê jî dizanim, di nav firehiyê de jînê jî. Di her tiştî û di hemû tiştan de ez hînî raza him têrbûnê, him birçîbûnê, him di firehiyê de bûnê, him jî di motajiyê de bûnê, bûm. |
| 13 |
| Ez dikarim bi navgîniya yê ku min bi hêz dike, her tiştî bikim. |
| 14 |
| Lê belê we qenc kir ku tengasiyê min, bi min re par kirin. |
| 15 |
| Û ya Fîlîpiyan, hûn jî dizanin ku, di destpêka Mizgîniyê de, dema ez ji Makêdonyayê derketim, di babeta dayîn û stendinê de xeynî we tenê, qet tu Dêr beşdarî min nebû. |
| 16 |
| Ji ber ku dema ez li Selanîkê bûm jî, li ser motajiya min we yek du cara ji min re şandin. |
| 17 |
| Ji ber ku ez li diyariyê nagerim; lê belê li hilbera li gor hesabê we zêde bûye ve digerim. |
| 18 |
| Lê belê her tiştê min heye û ez di firehiyê de me; tiştên ku ji we hatine ji Êpafrodît ve stendim û tijî me; vana pêşkêşiyên bêhn xweş, qurbanên meqbûl yê ku bi Xwedê ve xweş xuyanî dibin e. |
| 19 |
| Û Xwedayê min her hewceyên we, dê bi dewlemendbûna xwe, di Mesîh Îsa de bi rewnaqiyê ve bibîne. |
| 20 |
| Bila ji Bavê me Xwedê re, heta bi abadîna abadînan ve bilindahî be! Amîn. |
| 21 |
| Ji her yê pîroz re di Mesîh Îsa de silavê bikin! Birayên li cem min in, silavê li we dikin. |
| 22 |
| Hemû pîrozan û bi taybetî yên maliyên Qeyser in, silavê li we dikin. |
| 23 |
| Bila xêra Xudanê me Îsa Mesîh bi we hemûyan re be! Amîn. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2017/philippians/004.mp3
4
4