Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ji bo vê yekê êdî me nikaribû em xwe bigirin. Me qîma xwe anî ku em li Atînayê bimînin tenê |
| 2 |
| û me Tîmotêyosê ku birayê me ye û di dayîna Mizgîniya Mesîh de hevalkarê Xwedê ye, şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we, |
| 3 |
| da ku di van tengahiyan de tu kes veneleqe. Hûn bi xwe dizanin ku em ji bo vê yekê hatine hilbijartin. |
| 4 |
| Û çaxê em li ba we bûn, me ji pêşî ve ji we re gotibû ku emê tengahiyan bikişînin û wek ku hûn dizanin wisa jî çêbû. |
| 5 |
| Ji bo vê yekê, êdî min nikaribû ez xwe bigirim, min Tîmotêyos şand ku ez baweriya we bizanim. Nebe ku Yê Diceribîne hûn ceribandibin û keda me badîhewa çûbe. |
| 6 |
| Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û Mizgîniya bawerî û hezkirina we da me. Wî got ku we hergav bi qencî em dianîn bîra xwe û wek ku em bêriya we dikin, hûn jî wisa bêriya me dikin. |
| 7 |
| Ji bo vê yekê birano, di nav hemû zehmet û tengahiyên me de, bi baweriya we, dilê me li ser we rihet bû. |
| 8 |
| Madem ku hûn bi Xudan nelebte ne, êdî em dijîn. |
| 9 |
| Ma ji bo hemû şahiya ku em ji bo we li ber Xwedayê xwe pê şa dibin, em dikarin ji bo we çi şikiriyê bidin Xwedê? |
| 10 |
| Em şev û roj bi dil û can dua dikin, da ku em rûyê we bibînin û kêmahiyên baweriya we temam bikin. |
| 11 |
| De bila Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa berê riya me bide we. |
| 12 |
| Û ka çawa hezkirina me ji bo we zêde ye, bila Xudan hezkirina we ji bo hevdû û ji bo hemûyan mezin û zêde bike, |
| 13 |
| da ku dilê we xurt bike, ku çaxê Xudanê me Îsa bi hemû pîrozên xwe ve bê, hûn li ber Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêkêmahî bin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/1thessalonians/003.mp3
5
3