|
| 1 |
| Ji kalepîr ve, ji pîreka ku hatiye bijartin re û zarokên wê re, ya ku di rasteqîniyê de ez jê hez dikim û ne tenê ez, lê belê hemûyên ku rasteqîniyê nas kirine jî, |
| 2 |
| ji ber rasteqîniya ku di me de disekine û dê abadîn bi me re be. |
| 3 |
| Bila ji Bav Xwedê û ji Lawê Bav, Xudan Îsa Mesîh ve, di rasteqîniyê û hezkirinê de xêr, dilovanî û xweşî bi we re be! |
| 4 |
| Gava min dît hinek zarokên te, mîna ku me emir ji Bav girtine ew ûsa di rêya rastiyê de diçin, ez bo wê pirr kêfxweş bûm. |
| 5 |
| Û niha, ya xanim, ne mîna ku ez emrekî nû ji te re dinivîsînim, lê ya ku di destpêkê de bi me re bû dinivîsînim û ji te rica dikim: Em ji hev û din hez bikin. |
| 6 |
| Û hezkirin ev e; li gor emirên wî bimeşin. Mîna ku we di destpêkê de bihîstin, bona hûn di vê de bimeşin, emir ev e. |
| 7 |
| Ji ber ku, pirr kesên xapînokî li dinê belav bûne; ew hatina Îsa Mesîh di bedenê de qebûl nakin. Yê ku xapînok û dijberê Mesîh e, ev e. |
| 8 |
| Li xwe miqate bin ku, bona hûn tiştên me ked dayinê winda mekin, lê belê heqê xwe bêkêmasî bistînin! |
| 9 |
| Hemû kesên ku pêş ve diçin û di hînkariya Mesîh de nasekinin, di wan de Xwedê tune; yê ku di vê hînkariya de disekine, di wî de him Bav û him jî Law heye. |
| 10 |
| Ger dema kesek were cem we û vê hînkariyê neanî be, wî kesî qebûlî malê mekin û silavê nedin wî! |
| 11 |
| Ji ber ku yên silavê didin wî, dibin şirîkê karên wî yî xerab. |
| 12 |
| Hîn pirr tiştên ku ji we re binivîsim hene, min nexwest ku bi kaxizê û hibirê ve binivîsînim; lê belê hêviya min ew e ku ez werim cem we û bi we re rû bi rû biaxifim; da ku, bila dilşayiya me temam bibe. |
| 13 |
| Zarokên xwuşka te ya ku hatiye bijartin, ji te re silav dikin. Amîn. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2017/2john/001.mp3
1
1