Peymana Nû
|
| 1 |
| Û piştî vêya dîtim ku, milyaketek din yê ku xwediyê rayedariyên mezin e, ji ezman ve dadikeve û rûyê erdê, bi rewnaqiya wî ve ronahî bû. |
| 2 |
| Û wî bi dengekî hêzdar bang kir û got: Xera bû, Babîla mezin xera bû û bû warê cinan û zîndana bi her tewrî ruhên xerab û bû sitargeha bi her tewrî civîkên mindar û erjeng in. |
| 3 |
| Ji ber ku hemû neteweyan, ji xemra wê ya zînaya har vexwarin û qiralên dinê bi wê re zinê kirin û bazirganên dinê ji hêza sefaheta wê ve dewlemend bûn. |
| 4 |
| Û min dengekî din ji ezmanan ve bihîst û got: Ya gelê min, bona ku hûn nebin şirîkê gunehên wê û rastî belayên ku tên ser wê neyên, ji wir derkevin! |
| 5 |
| Ji ber ku gunehên wê gîhaştin ezman û Xwedê neheqiyên wê di bîra xwe de anî. |
| 6 |
| Wê bi xwe çawa daye we, ûsa bidin wê û li gor karên wê bi du qatî ve bidinê! Û du qatê kaseya ku wê ji we re tijî kiriye, jê re tijî bikin! |
| 7 |
| Qasî ku xwe bilind dikir û di sefahetê de dijiya, êş û keseran bidin wê! Ji ber ku di dilê xwe de dibêje: Ez bi qiralîçetî rûdinim û ez ne bî me û ez ê tu carî şînê negirim! |
| 8 |
| Bo vê sedemê, dê asîwên wê, mirin û şîn û xela, di nava rojekê de bên û dê ew ê bi agir ve bête şewitandin; ji ber ku Xudan, Xwedayê ku wê daraz dike biqudret e. |
| 9 |
| Û qiralên dinê yên ku bi wê re zinê û sefahetê kirine, dema duhê şewitandina wê bibînin, dê bona wê bigirîn û li xwe bixînin |
| 10 |
| û bi tirsa êşa ku ew dikişîne, dê li dûr ve bisekinin û bibêjin: Wey, wey, bajarê mezin, bajarê xurt Babîl! Ji ber ku di nava saetekê de dawiya te hat! |
| 11 |
| Û bazirganên dinê dê bona wê bigirîn û şînê bigirin; ji ber ku êdî tu kesê ku malên wan bistînin nîn in. |
| 12 |
| Êdî tu kesê ku, zêran û zîvan û kevirên biqîmet û înciyan û ketena zirav û erxewanî û îpek û qumaşên mor û sor û bi her tewrî darên bi bêhn û bi her tewrî firaqên ji diranê fîlan û bi her tewrî malên ji darên bi herî buha û bi her tewrî malên ji tunc û hesin û mermer û |
| 13 |
| darçîn û biharat û buxur û rûnê bêhnxweş û tutsî û xemr û zeyt û ardên hûr û genimê wê û gayan û pezan û hespan û erebeyan û beden û canê mirovan bikire nîne. |
| 14 |
| Û mêwên ku canê te wan dixwest, ji destê te çûn û hemû malên te yî bi qîmet û çavê mirovan digire ji te tune bûn û tuyê êdî carekî din vana nebînî. |
| 15 |
| Bazirganên van malana difirotin û yê ji wê dewlemend bûbûn, dê bi tirsa êşên ku ew dikişîne li dûr ve bisekinin û bigirîn û şînê bigirin. |
| 16 |
| Dê bibêjin: Wey, wey! Bajarê mezin, yê ku bi ketenê zirav û bi erxewanî û sor û mor ve hatiye pêçandin û yê bi zêran û bi kevirên bi qîmet û bi înciyan ve hatiye xemilandin! |
| 17 |
| Ji ber ku ev dewlemendiya ewqasî mezin, di nava saetekî de tune bû! Û serokê her keştiyê û rêwiyên wê û karkerên wê û hemû kesên jiyana xwe bi şuxla behrê ve didomînin |
| 18 |
| û dema duhê agirê ku wê dişewitîne dîtin, li dûr ve sekinîn û bi gotina: Mînakekî dinî bajarê mezin gelo heye? qêriyan. |
| 19 |
| Û wan axê bi ser serê xwe ve rijandin û bi girî û şîn girtinê ve qêriyan û gotin: Wey, wey, bajarê mezin! Hemû kesên di behrê de keştiyên wan hebûn, bi malên wê yî bi qîmet ve dewlemend bûbûn! Ji ber ku, ew di saetekê de wêran bû! |
| 20 |
| Ya ezman û pîroz û şagirt û peyxamberan, li ser wê kêfxweş bibin; ji ber ku Xwedê wê daraz kir û mafê we ji wê stend! |
| 21 |
| Û milyaketekî bihêz, kevirekî mezin yê wekî kevirê aşê be, rakir û bi gotina: Bajarê mezin, Babîl, dê bi avêtinekî ûsa bête avêtin û êdî tu carî neyê dîtin! wê avêt behrê. |
| 22 |
| Û êdî dê di te de dengê kesên li çenkan dixin û murxan dixwînin û li bilûr û borîjenê ve dixinin, tu carî neyê bihîstin û êdî dê di te de tu hunermendê hunerekî neyê dîtin û êdî dê di te de tu carî dengê aşê neyê bihîstin. |
| 23 |
| Û êdî di te de şewqa tu çirayî dê nebiriqe û êdî di te de tu carî dengê bûk û zava dê neyê bihîstin! Ji ber ku bazirganên te mezinên dinê bûn; ji ber ku hemû netewe, bi sêrbaziya te, ji rê ve derketibûn. |
| 24 |
| Û xwîna peyxamberan û pîrozan û hemû kesên ku li ser rûyê erdê hatine serjêkirin di wê de hate dîtin. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2017/revelation/018.mp3
22
18