Peymana Nû
|
| 1 |
| Û ji milyaketê Dêra li Sardisê ye re binivîsîne: Yê ku tê de heft Ruhê Xwedê û heft sitêrk hene, ûsa dibêje: Ez bi karên te dizanim; te bi jiyînê ve nav kiriye û tu mirî yî. |
| 2 |
| Hişyar bibe û tiştên li paş ve mayîne û li ber mirinê ne xurt bike! Ji ber ku min li ber Xwedayê xwe, karên te temambûyî nedîtin. |
| 3 |
| Niha, di bîra xwe de bîne ku, ka te çawa girtiye û bihîstiye û pê bigire û tobe bike! Niha, ger tu ne hişyar be, ez ê mîna dizekî werim ser te û tuyê nizanibe ku ez ê di kîjan saetê de bêm ser te. |
| 4 |
| Lê belê li Sardisê çend kesên te hene ku, wan kincên xwe gemarî nekirine û ew ê bi min re di nava kincên sipî de bimeşin; ji ber ku liyaq in. |
| 5 |
| Yê ku serdest bê, dê bi vî awayî kincên sipî li xwe bike û ez navê wî ji kitêba jiyanê ve betal nakim û ez ê li berya Bavê xwe û milyaketên wî navê wî kesî mukir bêm. |
| 6 |
| Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! |
| 7 |
| Û ji milyaketê Dêra li Fîladelfiyayê ye re binivîsîne: Yê pîroz û rast e, yê xwediyê qufleya Dawid e, yê ku vedike û kes nikare bigire û digire û kes nikare veke, ûsa dibêje: |
| 8 |
| Ez bi karên te dizanim. A vay, min deriyek vekirî ku tu kes nikare bigire danî ber te; ji ber ku hinek hêza te heye û te bi gotina min girt û te navê min înkar nekir. |
| 9 |
| A vay, ez hin kesên ji kenişta Îblîs, yên çawa ku ne Cihûd in, lê bi derewan ji xwe re dibêjin em Cihûd in, didim; a vay, ez ê wan ûsa bikim ku dê werin û li ber lingên te secde bikin û dê bizanibin ku ez ji te hez dikim. |
| 10 |
| Madem ku te bi gotina sebra min ve girt, ez ê jî ji saeta ceribandinê ya ku bona kesên li rûyê erdê dijîn biceribîne bê ser hemûya dinê, te biparêzim. |
| 11 |
| A vay, ez zû têm; bona ku tu kes taca te ji te negire, bi ya ku tu xwediye bi hijdîn pê bigire! |
| 12 |
| Ez ê yê ku serdest bê, di Perestgeha Xwedayê xwe de bikim stûnekî û ew dê êdî dernekeve derve û ez ê li ser wî navê Xwedayê xwe û navê bajarê Xwedayê xwe, ya ji Xwedayê min, ji ezman ve daketiye, navê Orşelîma nû û navê xwe yî nû binivîsînim. |
| 13 |
| Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! |
| 14 |
| Û ji milyaketê Dêra li Lawdîkyayê ye re binivîsîne: Yê Amîn, dilsoz û şahdeyê rasteqîn, çavkaniya afirandina Xwedê ûsa dibêje: |
| 15 |
| Ez bi karên te dizanim, tu ne sar î, ne jî germ. Xwezîka tu sar an jî germ bûya! |
| 16 |
| Bi vî awayî ji ber ku tu ne germ î ne jî sar, lê bona ku tu sarogermî yî; ez ê te ji devê xwe verşînim. |
| 17 |
| Ji ber ku tu dibêjî, ez dewlemend im û ez dewlemend bûm û motajiya min ji tu tiştî re nemaye! Û tu nizanî ku tu reben û di rewşekî heyfînî û xizan û kor û tazî de yî. |
| 18 |
| Bona ku tu bibî dewlemend, zêrê bi agir ve hatiye safî kirin û bona ku tu li xwe bikî û şerma tazîbûna te xuyanî nebe, kincê sipî û bona ku tu bibînî, ji bo tu di çavên xwe de bidî ji min stendina merhema çavan, ez ji te re şîret didim! |
| 19 |
| Ez bi hemû hezkirê xwe ve dipekim û perwerde dikim. Niha, bi vî awayî were xîretê û tobe bike! |
| 20 |
| A vay, ez li ber derî sekinî me û li derî dixim; ger kesek dengê min bibihîze û derî veke, ez ê têkevim cem wî û ez bi wî re û ew jî bi min re, em ê bi hev re şîvê bixwin. |
| 21 |
| Ez çawa bi serdestî hatina xwe û bi Bavê xwe re li texta wî rûniştim, ez ê jî mafê bi min re, li texta min rûniştinê bidim yê ku serdest bê. |
| 22 |
| Yê guhê wî hebe, bila bibihîze ku ka Ruh ji Dêran re çi dibêje! |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2017/revelation/003.mp3
22
3