Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Li herêma çiyayî ya Efrayîmê zilamekî bi navê Mîxa hebû. |
| 2 |
| Wî ji diya xwe re got: “Hezar û sed perçe zîvê ku ji te hatibû dizîn, te ji ber wan nalet anîbû û min bi xwe jî bihîstibû, niha li ba min in. Min ew zîv dizîbûn.” Diya wî got: “Kurê min, Xudan te pîroz bike!” |
| 3 |
| Mîxa hezar û sed perçe zîv li diya xwe vegerand. Diya wî got: “Ji bo ku kurê min pûtekî rijandî yê zîvîn çêke ku ez tevahiya zîvê heyî di riya Xudan de bidim. Niha ezê zîv li te vegerînim.” |
| 4 |
| Çaxê wî zîv da diya xwe, diya wî du sed perçe zîv hilda, bir ba zîvker û jê pûtekî rijandî da çêkirin. Pût li mala Mîxa dima. |
| 5 |
| Perestgeheke Mîxa hebû. Wî êfodek û çend heb pûtên malê çêkiribûn û kurekî xwe jî wekî kahin kifş kiribû. |
| 6 |
| Di wan rojan de, li welatê Îsraêl padîşah tunebû. Her kesî tişta di çavê wan de rast bû, dikir. |
| 7 |
| Li Bêtlehema Cihûdayê xortekî ji eşîra Cihûda hebû. Li ba wî Lêwiyiyek bi mêvandarî dima. |
| 8 |
| Zilam ji bo ku dereke mayinê ya din bibîne, terka bajarokê Bêtlehema Cihûdayê kir. Çaxê ew di herêma çiyayî ya Efrayîmê re derbas dibû, hat mala Mîxa. |
| 9 |
| Mîxa jê re got: “Tu ji ku têyî?” Wî got: “Ez Lêwiyiyekî ji Bêtlehema Cihûdayê me, ez li derekê digerim ku lê bibim mêvan.” |
| 10 |
| Mîxa jê re got: “Li ba min bimîne. Ji bo min şêwirmendî û kahintiyê bike. Ezê nanê te bidim, salê destek cil û deh zîvan jî bidim te. Lêwiyî ev yek qebûl kir.” |
| 11 |
| Ew razî bû ku li ba wî bimîne. Bû wekî kurekî wî. |
| 12 |
| Mîxa Lêwiyî wekî kahin kifş kir. Bi vî awayî xort bû kahinê wî û li mala wî ma. |
| 13 |
| Mîxa got: “Niha ez dizanim wê Xudan qenciyê bi min bike, çimkî Lêwiyî ji min re bû kahin.” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/judges/017.mp3
21
17