Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Filîstî bi gelê Îsraêl re ketin şer. Ew ji ber Filîstiyan reviyan. Gelek kuştî li Çiyayê Gilboayê ketin. |
| 2 |
| Filîstî ketin pey Şawûl û kurên wî. Wan Yonatan, Avînadav û Malkî-Şûayê kurên Şawûl kuştin. |
| 3 |
| Şer bi Şawûl re giran bû. Ew ji aliyê tîravêjên Filîstî ve hat birîndarkirin. Birîna wî xedar bû. |
| 4 |
| Şawûl ji çekdarê xwe re got: “Şûrê xwe bikişîne û li min bixe. Yan na, wê ev bêsinet bên, li min bixin û tinazên xwe bi min bikin.” Lê çekdarê wî gelek tirsiya û nexwest vê yekê bike. Li ser vê yekê Şawûl rabû şûrê xwe kişand û xwe avêt ser şûr. |
| 5 |
| Gava çekdar dît Şawûl miriye, wî jî xwe avêt ser şûrê wî û pê re mir. |
| 6 |
| Hema wê rojê Şawûl, sê kurên wî, çekdarê wî û tevahiya zilamên wî bi hev re mirin. |
| 7 |
| Gava gelê Îsraêl ê ku li aliyê din ê deştê û aliyê din ê Çemê Şerîayê dît ku artêşa gelê Îsraêl reviyaye û Şawûl û kurên wî jî mirine, wan jî bajarên xwe berdan û reviyan. Filîstî hatin û li wan bajaran bicih bûn. |
| 8 |
| Roja din Filîstî vegeriyan ku kuştiyan bişelînin. Wan cendekê Şawûl û her sê kurên wî jî li Çiyayê Gilboayê dîtin. |
| 9 |
| Wan serê Şawûl jêkir û çekên wî şelandin. Piştre wan qasid şandin seranserê welatê xwe ku vê xebera baş li malikên pûtên xwe û di nav gel de belav kirin. |
| 10 |
| Çekên Şawûl xistin perestgeha Eştoretê û cendekê wî li ser sûra Bêtşeanê mîx kir. |
| 11 |
| Lê gava şêniyên Yavêş-Gîladê bihîst ku Filîstiyan ev tişt aniye serê Şawûl, |
| 12 |
| hemû mêrxas rabûn û bi şev çûn Bêtşeanê. Wan cendekên Şawûl û kurên wî ji sûrê daxistin, birin Yavêşê û li wir şewitandin. |
| 13 |
| Piştre hestiyên wan hildan û di bin dargezeka li Yavêşê de veşartin. Heft rojan rojî girtin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/1samuel/031.mp3
31
31